8 Kasım 2012 Perşembe

XELATÊN WÊJEYÊ YÊN EĞİTİM SEN ŞAXÊ BATMANÊ EŞKERE BÛN 2012



EĞİTİM SEN ŞAXÊ BATMANÊ
XELATÊN WÊJEYÊ


EĞİTİM-SEN BATMAN ŞUBESİ
EDEBİYAT ÖDÜLLERİ



XELATÊN WÊJEYÊ YÊN
EĞİTİM SEN ŞAXÊ BATMANÊ
EŞKERE BÛN

XELATA DEMOKRASIYÊ

Eğitim Sen a Şaxê Batmanê;
Da ku balê bikişîne ser binpêkirina mafên mirovan, girtinên dûvdirêj û grevên birçîbûnê yên li girtîgehan, zordestiya ku li ser rojnamevan, ronakbîr û nivîskaran tê meşandin û astengiyên li ber azadiya fikrî, dê Xelata Demokrasiyê bide. Bi vê boneyê nivîskarê rojnameya Azadiya Welat Birêz Tayyîp TEMEL ê ku di Girtîgeha tîpa D ya Amedê de tê girtin hêjayî xelatê hatiye dîtin.


XELATA ÇÎROKAN A ŞERZAN KURT
2. Pêşbaziya Xelata Çîrokan A Şerzan Kurt ya ku Eğitim Sen(Sendîkaya Kedkarên Perwerdehî û Zanistê) Şaxê Batmanê bi armanca bîranîna Şerzan Kurt li dar xistî bi encam bû. Şerzan Kurt dema li Zanîngeha Muğlayê di Beşa Karsazîyê ya Fakulteya Zanistên Aborî û Rêveberiyê, di pola duyemîn de dixwend li vir 12ê Gulana 2010an, di pevçûneke di nav şagirtan de bi çeka polîsan hatibû kuştin. Ev xelata duyemîn ku wê bibe edet, li ser navê ŞERZAN KURT(1989-2010), ji bo balê bikişîne ser binpêkirina mafên mirovan a li Tirkiyê, bibe handan ji bo afirandina berhemên wêjeyî yên xweser û hêja tê dayîn.

Xelatgirên 2. Pêşbaziya Çîrokan a Şerzan Kurt wiha ne:
Xelata Çîroka Kurdî;
Digel ku di şartnameya pêşbaziyê de xalek dijî vê yekê hebû (… wê xelatek bê dayîn, xelat nayê parvekirin.) desteya hilbijêr ku ji Ronî War, Yaqob Tilermenî, Dilawer Zeraq, Sîdar Jîr, Brahîm Ronîzêr û Omer Kurt(Bavê Şerzan Kurt, tevlî dengdanê nebûye.) pêk dihat;
Çîroka bi navê “Erdhej”  ya Menaf Osman û Çîroka bi navê “Leylika min”  ya Mahmûd Baran bi hev re hêjayî xelatê dîtin.

Xelata Çîroka Tirkî;
Digel ku di şartnameya pêşbaziyê de xalek dijî vê yekê hebû (… wê xelatek bê dayîn, xelat nayê parvekirin.) desteya hilbijêr ku ji Adnan Binyazar, Ayşe Sarısayın, Jaklin Çelik, Özcan Karabulut, Hasan Özkılıç û Nejla Kurt(Diya Şerzan Kurt, tevlî dengdanê nebûye.) pêk dihat;
Çîroka bi navê “Araf”  ya Hande Baba û Çîroka bi navê “…Beklerken”  ya Fatih Debbağ
bi hev re hêjayî xelatê dîtin.
Em ji dil û can spasiyên xwe pêşkêşî endamên desteya hilbijêr û kesên ku bi berhemên xwe beşdarî xelata çîrokan bûne dikin û xelatgiran  pîroz dikin.
Çalakiya xelatdayînê wê di 16ê Mijdara 2012an de li Batmanê çêbibe.
Gelê me tev vexwendî ye.                                                      
                                                                                          Serokê Eğitim Sen Şaxê Batmanê
Bülent Hatun                   
Çalakiya Xelatdayinê:
Dîrok: 16 Mijdar 2012 (roja În) Saet: 19:00
Cih: Eywana Şaredariyê, Batman