XELATÊN WÊJEYÊ YÊN EĞİTİM SEN ŞAXÊ BATMANÊ
HATİN EŞKEREKİRİN
Bangewaziya serlêdana Xelatên Wêjeyê Yên Eğitim Sen Şaxê Batmanê ku di 16ê Gulana 2011an de bi riya çapemeniyê ji raya giştî re hatibû kirin. Di 17ê Cotmehê li gor bijartina endamên desteya hilbijêr û civîna komîsyona amadekar encama xelatan hate eşkerekirin.
XELATA KEDÊ YA WÊJEYA KURDÎ
Pêvajoya xelatdayînê weha bû
*Pêşniyarên ji bo du bijartekan(kes û sazî) hatin nirxandin
*Pêşniyar ji desteya hilbijêr ya ku ji 54 kesan pêk dihat re hat şandin
*Li gor nirxandinên desteya hilbijêr berendam hatin eşkerekirin
*Ji bo dengdanê lîsteya berendaman careke din ji desteya hilbijêr re hat şandin
*Piştî vê dengdanê
Xelata Kedê ya Wêjeya Kurdî ji bo kesan Ehmedê Huseynî,
Û ji bo saziyan Kovara W’yê layiq hatiye dîtin
XELATA ÇÎROKAN A ŞERZAN KURT
Pêşbaziya Xelata Çîrokan A Şerzan Kurt ya ku Eğitim Sen (Sendîkaya Kedkarên Perwerdehî û Zanistê) Şaxê Batmanê ji bo bîranîna Şerzan Kurt li dar xistî bi encam bû. Şerzan Kurt dema li Zanîngeha Muğlayê di Beşa Karsazîyê ya Fakulteya Zanistên Aborî û Rêveberiyê de, di pola duyemîn de dixwend li vir 12ê Gulana 2010an di pevçûneke di nav şagirtan de bi çeka polîsan hatibû kuştin. Ev xelata yekemîn ku wê bibe edet, li ser navê ŞERZAN KURT(1989-2010), ji bo balê bikişîne ser binpêkirina mafên mirovan li Tirkiyê, bibe handan ji bo afirandina berhemên xweser û hêja yên wêjeyî tê dayîn.
Xelata Çîroka Kurdî;
Çîroka bi navê Dara Guldankê De ya Kurdjan Sorî ji aliyê desteya hilbijêr ve ku ji Roşan Lezgîn, Mehmud Nêşîte, Yaqob Tilermenî, Ronî War, Dilawer Zeraq ve Ömer Kurt (Bavê Şerzan Kurt, tevlî dengdanê nebûye.) pêk dihat ve xelat standiye.
Xelata Çîroka Tirkî;
Çîrokên bi navê Birinci Epigram Bedirhan û İkinci Epigram Yusuf yên Eyüp Özdemir ji aliyê desteya hilbijêr ve ku ji Adnan Binyazar, Semih Gümüş, Özcan Karabulut, Hasan Özkılıç, Suzan Samancı, Nejla Kurt (Diya Şerzan KURT, tevlî dengdanê nebûye.) pêk dihat ve xelat standiye.
Em ji dil û can spasiyên xwe pêşkêşî endamên desteya hilbijêr û kesên ku bi berhemên xwe beşdarî xelata çîrokan bûne dikin û beşdarên ku xelat standine pîroz dikin.
Çalakiya xelatdayînê wê di 26ê Mijdara 2011an de li Batmanê çêbibe.
Gelê me tev vexwendî ye.
Serokê Eğitim Sen Şaxê Batmanê
Bülent Hatun
Çalakiya Xelatdayinê:
Dîrok: 26 Mijdar 2011 (roja şemiyê) Saet: 19:00
Cih: Salona Sînemayê ya Yılmaz Güney, Batman